Konûkçû: Di serdema nû de rola Partiya Çepên Kesk diyarker e

Yek ji namzeta Partiya Çepên Kesk Kezban Konûkçû got “Di serdema nû de wê Partiya Çepên Kesk bibe navnîşana guherîn û veguherînê. Di serdema nû de li hemberî faşîzmê wê rola me diyarker be.”

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Kezban Konûkçû qala xebatên ji bo hilbijartina di 14’ê Gulanê de kir û got, "Ji hilbijartinê re pir hindik dem maye. Me mehek berê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Ji ber ku bi meha Remezanê re bû me hêdîka dest pê kiribû lê ev 10 roj in em di nav pêvajoyê de ne. Berê me dest bi danasîna Partiya Çepên Kesk kir. Ji ber ku wekî tê zanîn dibe ku HDP bihata girtin ji ber vê em bi Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinê. Lê gelê me di cih de rewş fêm kir û xwedî li partiya xwe derket. Baş dizane ku wê çawa tevbigere.”

Konûkçû diyar kir rejîma yekzilamî niha dixwaze provokasyonan bike û got “Gelê me dizane ku rejîma yekzilamî dike biçe, hildiweşe û ji ber vê êrîşî cihên cihê dike. Lê belê divê em van êrîşan bi vî rengî bibînin. Rejîma AKP'ê ku ji 7'ê Hezîranê û vir ve desthilatdariya wê qels bûye, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne her tim êrîşî hêzên me yên partiyê û demokrasiyê dike.”

Konûkçû destnîşan kir ku hêviyek mezin di nav jin û ciwanan heye û got “Gelê me yê kedkar baş bi vê krîza ekonomîk dizane. Di vê rewşa hejarî, bihabûn û bêkariyê de baş dizane ku ji bo ev rewş biqede divê pêşiya guherîn û veguherînê were vekirin. Li Stenbolê 12 wekîlên me hene. Hedefa partiya me ev e ku li Tirkiyeyê 100 wekîlan bişîne meclîsê. Li Stenbolê em hewl didin 20 wekîlan bişînin meclîsê. Li gorî anketên di destê me de, em bi hêsanî 16-17 wekîlan derdixînin. Em partiyeke wisa ne ku li dijî hemû zextan stûyê xwe xwar nake. Wê partiya me Partiya Çepên Kesk li hemberî faşîzmê wê bibe mifteya guherîn û veguherînê. Em ê tevî karker, kedkar, jin û ciwanana teqez guhertinê pêk bînin.”